Pîremêrd
Pîremêrd
2 görüntülenme
0 beğeni
Ax bo em xake, dax bo em xake
Hîç kes nazanê emende çak e
Ta hellîkollî awî lê derdê
Ta awî bideyî gulle her her dê
Beheştî penhan Silêmanî ye
Ew dû cog e! Em hezar kanî ye
Birrwanin herçî hesta şaîr e
Le zewqa hemûy wek yek mahîr e
Dirêxa kuşteyî naaştî ye
Serperiştiyekey serbirriştî ye
Seyr ke em care be şî’rî awdar
“Jîn” wek nîştiman, bûwe be gullzar
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Pîremêrd şiirlerine dön