Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Pîremêrd

Pîremêrd

2 görüntülenme 0 beğeni
Xuwa êmey rengreng siruşt pê dawe Rengî hîç kesî be kes nedawe Ebînî dû kes be yek eşubhên Ke çî be kirdar le yektirî ciwên Yekê arezûyî be şîrînî ye Ewî tir meylî şîrînî nîye Yekê wek bêzûker tirşî ewê New nawî mebe, aman namewê Yekê sewday şî‘rî mewzûn e Yekê be tîrî şî‘ir dillxûn e Hîwaman heye be kişşemir e Ellê pêt witûm kişşe to bimire Sa tuxuwa “mire” û “bimire” çend dûr in Herçend kulane û gorr herdû jûr in Kone piyawêkman be teqey qezwan Ne dînî le la ema ne îman Melayekman bû etwut sêpar e Ehate wêzet be nêzey yare Rehmet le sofî yarey zirêpoş Boy ramekirdîn yestirî çemoş Êsta desteyê tûrrey kemsirewit Be qemçî yareyiş nayêne sirewit Yare mird le lay namerd nenêjra Bo girdî yare çend şî‘ir bêjra Xozge demzanî em sirre çî ye Nawî hîç kesê le naw da nîye Keçî to ellêy bamiyekem tirş e Em hemû xellke rûy le to girj e De bawkim êre xo Kerkûk nîye Mela ba mêy bê bew turreye Ya eger tirş û tirşî xirap e Rûy xot tirş meke, şîrîn be, ça be! Egîne ke to mon û tirşrrû yî Demî kes kîse nîye bîdirûyî Hî waman heye ke le Xuwa edwê Rizgarî le tiwanc, bo kê elwê Boç pêxemeryan le şar dernekird? îman nahênrê be kes destûbird

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Pîremêrd şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz