Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Pîremêrd

Pîremêrd

2 görüntülenme 0 beğeni
Pêşînanî ême beharan eçûne deşt Gewre û biçûk, be carê le wê komellî ebest Layê be kewşek û şerretop, layê wirdekan Aşetenûre, buxçe gerdanê, piştlêdan Hêcgar killawfirrênî kurrî gurcî pê dewê Nabê bigîrê, ba şeş û hewtî dû kewê Herçî ke wa le ser qelemirdare nan exwa Nabê bêllê topeke berz bêtewe hewa Eygirinewe, xirape, ewan dêne kayewe çiwarnan e ew kesey ke le diway xellkî mayewe Tenha be babî babî bû, kersiwarê siwar ebû Êstake ker siwarî siwar e, roy bawî çû Ew baz û hellbezîn û herrakirdinî xwar û jûr Nawcergî pak ekirdewe wek awêney bilûr Her kewiş sûr bû, gorewî çon kurd le pêy eka Ew singe rût û saxe le kiwê mawe êsteka Nemdîbû lêre zatu rrî’e û bo birk û werem Qirjangî zig, firingî melarya, fesadî dem Ew piyawî bem hewaye ke bem renge helldekewt Nawî le naw qellemrrewî turka be ser dekewt Êsteyiş ewane ye le ’Êraqa enasrê îtir be paşerok sewî pirrmîwe nakirê Zorxane pallewanî gelê pê geyandibû Zor’azmayî destî lerrî têk şikandbû Her pallewanê kîswetî çermî dekirde ber Sengî degirt heta sedûpencay ebirde ser Diwayî şinew bû, sing û perasûy ekird be berd Herçî şinewî ekird le cîhan da debû be merd înca be mîlî şeşmenî serşanî nerim ekird Konesiwar be tepllewe meydanî gerim ekird Dû pallewan be uştulim û rezim, naw û daw çingiyan edaye yek weku dû şêrî tund kiraw Herçend ayin û oynî zoran bû derdekewt Herçî ke pallewanî be nawiyan bû paş ekewt îdmanî êste hatote ser bezmî xwardinewe Herçî ke zorî xwardewe, başpallewan ew e Pêkêkî ziyadî kirde ser ewsa ye cê be cê Hoş û demar û pare be carê le kîs eçê Bo neş’e û îştiha ye, ewend ke ker nebî Lêre heram e, xot nexeye şîw û terr nebî çend salle Ewrupa û Emerîka heramî kird Wa taze ême ser le niwê kewtûyne dest û bird Ew cêge yarîye xoş e ke çîmen bû ser be ser Êsta le şûşe şose ye ger piyadekey guzer Dayikî weten delê: Ke esîrî zemane bim Bem kirdewey bed be hîway çîyî emane bim?

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Pîremêrd şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz