Pîremêrd
Pîremêrd
2 görüntülenme
0 beğeni
Taqtaqkerekey serdarî kanî
Boç denallênî heta beyanî?
Hîç kes natwanê ta roj binallê
Meger ’aşiqê sewday xallê
Ewa min diyar e bo yar enallim
To peycorî kê yî? Hawar be mallim
Min gencî şadîm cerdeyek birdî
To çît lê qewma? Kê way lê kirdî?
Min ruxsarêkî wîney şemim dî
Derdî perwanem lê hatuwe te dî
Nalley min le şewq ew ruxsare ye
Ahim le dûrîy ew dîdare ye
To kê derûnî wa hellqirçandûy?
Kam kafir wa bem derdey geyandûy?
Min sûtawî ew şu’le û ew nûre m
Dêwaney cezbey ew kêwî Tûre m
Mûsa ”erînî!” wit, kewte tika
Be “lem teranî” abrrûy tika
Minîş temennay dîdarim ekird
Le ciyatî dîdar em ‘eşqem wergirt
Diyar e min û to herdû hamferd în
Herdûkman wek yek tûşî yek derd în
Were herdûkman nalleman yek xeyn
Bellkû bem ‘eşqe nîştiman ser xeyn
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Pîremêrd şiirlerine dön