Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Pîremêrd

Pîremêrd

2 görüntülenme 0 beğeni
Em asmane şîn e, kewa bergî matem e Tehlîlî wa kirawe ke qubbey xem e, tem e çerxêkî kon e, makînekey jengî girtuwe çewrî nekey be xwên, pekî sûrranî kewtuwe Pîrêjinêk e her şewî şûyê deka be xellq Sûraw be xwênî mêrdî deka, pêy delê: şefeq Gullgûn be xwênî aşiq e dêwcamekey felek çingî pillingî nawete jêr qaqûmî bellek Gahê be xwênî “alî nebî” sûr ebê Furat Xwênawî kurdî têkell e Dîcle ke ziyad ekat Em ‘esrî bîstemî medenîyet le axira Herlayekî qenare bû bo ême hellxira Ewyan Yezîdî zallim, em xayinî le’în Ta key be dest emanewe ya reb esîr ebîn? Daway heyat ekeyn, be mematî tê degen beşer Ferqî nîye çi jîn û çi mirdin, çi xêr û çi şerr Herçî reîsî kurd bû be sêdareda kira Baqî be mallî Xuwaşewe sûta le agira Ta êsta hellnekewtuwe, wek gewrekanî kurd Rohyan spard le rêy wetena, nalleyan nekird Kê dî be xeyrî mîlletekem lem tebare da înşadî şî’rî mîllî le payî qenare da Serdarî ême bû, ke le ser dar be pêkenîn Bangî dekird: Be kuştinî min mîlletim dejîn şad în û fexrî pêwe dekeyn, bem hemîyete Mirdin ke bo jiyanî weten bê, mezîyet e Ax xozge helldekewtewe êmeyiş le firseta Wêney ewan bijîn le dillî pakî mîlleta şert bê hetaku layê le layê nebêtewe Xwênsendinî ewane le bîrman neçêtewe Em xwênî kurde herweku xwênî siyaweş e Xwênî nesênî helldequlê, daîma geş e Nawî emane lazim e bîkeyne ber hemû Tehîyicî hîssî mîllî ye bo întîqamî zû Serdefterî şehîdî weten nawî Xalîd e Wek nawî Xalîd e, le dilla xoyşî xalîd e şêx Qadirî reîsî hemû xanedanî kurd Mîratî ceddî “kerb û bela” bû, be îrsî bird Daykî zeman e carêkî tir nayenête dî Lem kurde da xezenferî wek Sey Mihemmedî Xo şêx Seîdî gewre le maddî û me’newî Nebuwe be ‘ezm û rezmewe pîrêkî wa qewî Yusif Ziya ziyayê bû. Ax! zû kujayewe Gewrey Kemalî, rêwîyekî gerr bû be layewe Duktor Fuad ke rojî ezel eşqî kurdî bû Ta mird le hesretî wetena, ahî ser dîbû Dû aşiq in, Fuad û Kemal, herdû bêmîsal Em eşqeyan geyandbuwe mertebey kemal Qoçzade qoç bû, wa buwe qurbanî mîlletî Sed aferîn le roh û le qoçî hemîyetî Zaten şehîd şerîf e, şerîfîş şehîd kira Kurdî qirran bû, qirr le wezî’ û şerîf xira Lem qaflley mubareke da şaî’rîş hebû Bo weznî şî’riyan egîne xetay nebû Bo ême lazim e hemû salê heta dejîn Em rojî bîstûçiwarî eyare bikeyn be şîn

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Pîremêrd şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz