Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Pîremêrd

Pîremêrd

2 görüntülenme 0 beğeni
Xuwaye! çi şorrişêk e ke bo xellkî ‘aleme Dîsan çi newh û tem û giryan û matem e Dîsan çi şîwenêk e çi heşrêk e rûy zemîn Bê nefxî sûr heray le seray ‘erşî e‘zem e Giwa ye ke xor le xawerî xwarû hellat ke wa Aşûbî şîwenêk e qiyamet billêy kem e Nawî binêm “qiyametî dinya”, ellên: Bellê Em mangî matemîn e ke nawî “muherrem” e Dîwanî Xuwa ke cêy xefet û xem nîye, le wêyiş Polî firîşte ser le ser ejnoy ’eza û xem e Cînn û melek be şîwenî ême le girye dan Bo serwerê ke eşrefî ewladî Adem e Rûnakî asman û zemîn, rojî meşrîqeyn Baweşnişîn û rîşey cergî nebî, Huseyn Katê kira be sermewe ew sere be zar Rojîş serî be rûtî hellat kewte kohsar Lafawî xem be coşewe rûy kirde şax û kêw Hewrêkî reş be matemewe hat û girye bar Rûy serzemîn be zelzelewe kewte gerd û xul Westa le dewre û hereket çerxî bêqerar Dawênî ’erşî ke lerzî hemû ehlî barega Wityan: Qiyamet e, çî ye? Be bêwade kewte kar Destey Herem ke hawdemî hûr û firîşte bûn Pêçabûyanne ser milî wiştir esîr û zar Herwa le Kûfewe be esîrî eçûne şam Ew şame bû şeametî îslamî xiste kar Lew rêgeye da Husên leşî bêser kewtibû Hawarî xiste qafillewe, bû be şîn û zar Bangêkî kirde dayikî: Kiçê! Fatîmey betûl Birrwane Husênî kurrit, duxterî resûll Lem xaku xwêneda leşî bêser, Husênî to Wa kewtuwe, bizane Xuda çonî kird qibûll

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Pîremêrd şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz