Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Pîremêrd

Pîremêrd

2 görüntülenme 0 beğeni
Bîstûme ke wa afretê ke le pêpîlkeyekî ban Gayekî girte baweş û serkewt be bê wiçan Diyar e ke jin ewende be hêz nabê, eme çon ebê? Hêndey ke gayek hellgirê, key hellmetî ebê? Ew gaye giwêlkêk bû le pêş da ke hellîegirt Xoy roj be roj be birdin û hênanî fêr ekird Ta giwêlik zil buwaye jine zorî zor ebû Rahatin e be kurdî be bonay sport ebû Pêşînanî ême beharan eçûne deşt Gewre û biçûk be carê le wê komellî ebest Layê be kewşek û şerretop, layê wirdekan Aşetennûre, boxçe be gerdanê, piştlêdan Hêcgar killawfirrênî kurrî gurcî pê dewê Nabê bigîrê ba şeş û hewtîşî şiwên kewê Herçî ke wa le ser qele mirdarê nan exwa Nabê ke bêlê topeke berz bêtewe hewa Eygirinewe xirap e, ewan dêne kayewe çiwarnan e ew kesey ke be westayî mayewe Tenha be “babî babî” û kersiwarî siwar ebû Êstake kersiwarî ye siwar roy bawî çû Ew baz û hellbezîn û rakirdinî xwar û jûr Nawcergî pak ekirdewe wek awêney bilûr Her kewşî sûr bû, qondere çon kurd le pêy eka! Ew singe rût û saxe le kiwê mawe êsteke Ew piyawî bem hîwaye ke bem renge helldekewt Nawî le naw qellemrrewî turkana ser dekewt Êsteyiş ewane ye le ‘Êraqa denasrê îtir be paşerok sewî pirrmîwe nakirê îdmanî êste hatote ser bezm û xwardinewe Herçî ke zorî xwardewe başpallewan ew e Pêkêkî ziyadî kird be sera ewsa cê be cê Hoş û demar û pareyî be carê le kîs eçê Ew cêgeyarîye xoşe ke çîmen bû ser be ser Êste le şûşe şose ye ger piya ekey guzer Dayikî weten delê: Ke esîrî zemane bim Be kirdewey bed, be umêdî çî emane bim?

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Pîremêrd şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz