Pîremêrd
Pîremêrd
2 görüntülenme
0 beğeni
Emrro dezîbê billên matem e
Qubbey nîlgon pirr tem û xem e
şêx Ewilqadir ke yeke piyaw bû
Be hemû rengê piyawî tewaw bû
Bo rojî neberd gullenebirr bû
Geybûwe hefta, hêştaku kurr bû
Be penceyêkî ecel têk şka
Bêdest wek mindall le naw bêşka
Cexarî mergî rolley newandî
Qirçey agirî cergî sûtandinî
Hîç karê naka xem û rûgirjî
Lem dinyaye da, kê ta ser dejî?
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Pîremêrd şiirlerine dön