Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Pîremêrd

Pîremêrd

2 görüntülenme 0 beğeni
Pûr Tillêxan bizinêkî bû Sibeynan bo bêre deçû Kîtelley ebird eydoşî Le mallewe day’epoşî Rojê mam rêwî doziyewe Serî la bird be diziyewe Millçemlliç şîrî hellqurrand Pûr Tillêxan kilkî perrand Rêwî raykird bo naw rêwiyan Lêyan kirde çepllerrêzan Hey rêwî kilkîbirrawe Hêcgar abrrûy tikawe Rêwî çuwe lay Tillêxan Lêy parrayewe be giryan Witî: Kilke qullêm wêde Dapîr witî: şîrim pê de Rêwî witî: şîrim nîye Dapîr witî: Ey biz çî ye? Rêwî royî serî kiz kird Xwazbênî şîrî le biz kird Witî: Biz şîr bo dapîr da Dapîr kilke qullêm wêda Bizin witî: Dar gella da Giwanî biz le şîr qella da Enca biz şîr da bo dapîr Kilke qullêt bêtewe gîr Rêwî hellsa çû bo lay dar Girya û destî kird be hawar Dar witî: Ba kanî aw da Liqî min sewz bê û gella da Rêwî rûy kirde lay kanî Mişûrî ber ewîş hanî Kanî witî: Kîj çopî ka ’Areqî rûyî le kanî ka Kanî ewsa aw bo dar da Dar sewz bê û gella be bar da Biz bê gella bixwa û şîr da Le tolley şîrî dapîr da Dapîr şîrî dî le cê da Ewsa kilke qullêy wêda Hawarî bo lay kîj hanî Kîjan bênê bo ser kanî Kîjan kewşî sûryan nebû Penay birde lay kewişdirû Kewişdirû nardiye lay mamir Hêlkey bo bika be qirreqirr Mamir danî lê dawa kird Enca dalldey bo cûtyar bird Cûtyar danî da be mamir çîkilldanî mamir bû pirr Be garegar hêlkey bo kird Bo westay kewişfiroşî bird Westa kewşî bo kîj dirû Kirdiyane pêyan zû be zû çopî le ser kanî kira Le kanî aw be dar dira Dar gellay da û biz şîrî da Rêwî şîrî dapîrî da Dapîr kilkekey dayewe Be binêştetall gîrsayewe Rêwî çuwe naw rêwiyan Lêyan kird be gallekêşan Wityan: Bonî binêştetall dê Deriyankird hatewe bo dê Destê cilî ciwanî dizî Kirdiye ber be de’ye û fîzî Hate naw rêwiyan zû be zû Wityan: Hey, emet le kiwê bû? Witî: Le bin gomêka ye Sed emendey tirî tiya ye Werin biçîn nîşantan dem Wek min derîbênin be dem Birdinîye ser gomî Seraw Yekêkiyan xoy xiste bin aw Be bllqebilliq ew dexinka Em deygut: Wa bangtan eka Hemû xoyan tê firrê da Be carê xinkan le wê da Rêwîş dinyayî nebirde ser Kirdey bedî xoyî hate ber Rawikerêkî lê peyda bû Kuştî û bazarrî kota bû Herçî wek rêwî fêllbaz bê Tûş debê, nabê derbaz bê Xuwa rast e û rastî la xoş e çewtî serencamî boş e

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Pîremêrd şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz