Pîremêrd
Pîremêrd
2 görüntülenme
0 beğeni
îşêkî wam bû be kes nedekira
Le naçarî da henasem birra
Carê le bend da hatin bimkujin
Sêdare çeqa, bom birra kifin
Ke çî tê fikrîm le pirr risgar bûm
Wayiş nebû billêy be rêkewt derçûm
Zor çak tê geyîm to kewtiye firyam
çespandte dillim, ke bizane Xudam
Be rastî zanîm her toy destgîrî
Le tengane da her tom le bîrî
Le tonasîn da hawar kesas im
Hoşêkim berê toy pê binasim
Wabê, be yadit dillim raçenê
Regî gunahim le bin hellkenê
Be gerdin ke çî heta bitwanim
Xom le baregay to da bizanim
Dillim bête coş bê mey meynoş bim
Ta rojêkî tir mest û medhoş bim
Ta deçime jêr gill her roje satê
Yadî mîhrî to em keyfem batê
Destim pê girtûy, şermendem meke
Bo bexşîn lay to nîk û bed yek e
Eger gunahî min xoy neniwênê
şêwey lêburdin le kiwê demênê
Diyar e min herçend xom hellşirgênim
Natwanim pûşê çakî biniwênim
Her kirdeweyek bom danrawe
Le pêş kirdinî lay to nûsrawe
Hatin û royînman her be dest to ye
Tê negeyiştûyn lem hatûço ye
çonman lê xurrî ême wa derroyn
Key balladestî destellatî toy n
çakî û xirapî le towe dira
Xot fermût: Rojî ezel beş kira
Ke lew texteyey lay to nûsra bê
Kê rêy dekewê bilê: Wa nabê
Rastî le rastî to hîç natiwanim
Pêş xom nabînim, nedî û nezan im
Ewende heye fermûte: Bende
Ke parrayewe le lam pesend e
Deparrêmewe newek bo dinya
Xoşewîstîy tom dewê be tenya
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Pîremêrd şiirlerine dön