Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Pîremêrd

Pîremêrd

2 görüntülenme 0 beğeni
Piyawêkî xizmî ême Feqê Qadirî Gurgeder ’Umrî be raw û suhbet û xoşî debirde ser Pênc barî ême basûq û sicûq bar eka le wê Xo diyar e bacgir lew sererrêye pareyan ewê Ew wexte îhtîsab bû gelê pareyan esend Bacgir le dewrî şar hemû rêyan ekirde bend Piyawêkî tir dîsan weku ew barî pê debê şewgerde, şarezay hemû mellbend û rê debê Tegbîrî bo deka delê derbazî keyn be şew Deyzanî Hemze, bacgirî pîr, çawî wa le xew Emyan elê: Dizîne û resmî dûqat ebê Bem ayin û oyin û şardinewe çonman necat ebê Lam wa ye her le rastîyewe rêy xom bigirme ber Risgar ebim be rastî, hemû îş eçête ser Karwankuje le ser Kurrekajawewe hellat Qaçaxçî barî kird û be bêçirpe her dehat Ta geyiye pêç û wirde dewen tûşî hîç nebû Wey zanî destî dawete goyje necatî bû çiwar cerde raperrîn pelûpo û çawyan cerrand Hîçyan be xoy nehêşt û keredêzyan firrand Ba ew le wê bimênê û Feqê Qadirîş le dê Lêy nust heta beyanî le gell şarçî kewte rê Hat geyiye rastî Aşî Xelîl bangî lê kira Têfikrî Hemze bacgire hat nutqî bestira S: Barit çî ye? Biweste kerit ragire le wê! C: Basûq û sicûq û mêwij û doşaw e, çît ewê? S: Rût reş bê, bo çî gallte be rîşî spîm ekey? Min bêm hîç nebê birro derdî serîm edey C: Xerefawî pîre! Gallte be roj nakirê were Herçî ke pêm witî heye, barmiteket bere S: Def’ul bela be, têperre alltûn bê bareket Min namewê ser û semene û sekut û çareket Lêm la de gurgî Gurgederî gerr ke raperrim Sed gurgî wek to helldedirrim, îstekeyiş kurrim! Herçend witî ke rast ekem, ew tûrre bû nehat Rast û rewan le bacgir û cerde necatî hat Seyrî ke rast û çewtî netîcey be çî ega? Wa çak e piyaw hemû demê rast bê, diro neka

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Pîremêrd şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz