Free Shipping! On orders of 500 TL and above.

About Us | Help & Support |
Menu Sign In Cart Favs Category

Pîremêrd

Pîremêrd

23 views 0 likes
Poker ke, coker le hemû şiwênê Xerc û bacî xoy be zor esênê Wem zanî eme taze le naw e Nemzanî sed sall le me û pêş baw e Salim le me û pêş basî kirduwe Ew be “gencefe” nawî birduwe Sê as û dû şay danawe be fûl Kiçîş bîbî ye, kurr lotî bêpûl Ewsaye coker danehatibû Wa diyar e piyawî ewsa yekrrû bû îsta ke coker le jûr hemuwan e Diyar e dûrrûyî modey zeman e Coker nawî xoy be xoyewe ye Herçî bitewê bo to ewe ye Eger wêrgulê bikewête naw Alîk û çiwarpê yek exa tewaw Xo eger coker çiwarî tir yek xa Stirît filoş e, ew karêş exwa Ay poker çendit rêst le ser bêjra Ay Montîkarlo çendit tiya nêjra Hî wayşman heye be wişkemele Potyan dû fils e, ewîş her hel e

Double-click a word for its meaning (Ferheng) Long-press a word for its meaning (Ferheng)

Share
Back to Pîremêrd
🛒 0

Your Cart