Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Pîremêrd

Pîremêrd

2 görüntülenme 0 beğeni
Berz û billind e hênd derecey xakekey weten Hêşta beharî ême nehat, sewz nebû çemen çiwar la behar e, bezm e neway saz û zîle ye Lay ême şest e, serbekillaw e û rehêlle ye Nîsan beharî ême ye, wa çawerrê yîn ke bê Her qetreyekî gewher e, terzey legell nebê Zistan gelê be zuqm û hella bû, emanewê Padaşî befrî sardî, beharêkî derkewê Her goşeyekî xakî weten bête gullşenê Hewrî beharî bigrî, çemen şad bê, pê bikenê Serî her çille gulê be newayekî bulbulê Bezmêkî cem bê! Bade, weku kanî hellqulê Her bêşeyekî pirr le hîjebir û pilling û şêr Bo rojî îhtiyacî weten, canfîda û dilêr Lefzêkî çend muheyîc e nawî weten ke dêm Bîllêm siruştî ‘alem, lahutî dête giwêm Mijdey beharî pê ye şkofey nîhalî gull Wek ayetî jiyanewe umêd eda be dill Emşew gullî umêdî wetenman depişkiwê Mîllet umêdewar e be zanistî pêş kewê Zanistî ye sewiyey mîllet billind eka Zanistî ye ke ême binasê be Ewrupa Zanistî zor be qîmet e, umêd atî ye Em îhtîfal e “fal e” weten rû le hatî ye Tewfîqî heq bibête refîqman lem îşe da Wa dest le dest e, ellbete Xuwa qiwetîş eda

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Pîremêrd şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz