Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Pîremêrd

Pîremêrd

2 görüntülenme 0 beğeni
Baxewanê bû le dêy kostey çem Baxêkî ciwanî hênabuwe berhem Herçî mîweyêk nawî bîstibû Naştibûy, be rîz rêkî xistibû Gullî hênabû le popey çinar Lêy dabû çinar, gull bû be behar Bîstûçiwar çeşnî tirê lê dabû Rewneqêkî way bew baxe dabû Eyangut: Eme baxî îrem e Billêy beheşt e hêştaku kem e Dewrî baxekey hemû hencîr bû Cînsî hencîrî şarî Ezmîr bû Qelebaçkeyêk wa pêy fêr bûbû Beyaniyan eyxward hênd lêy têr bûbû Le diway têrxwardin hellîeweran Mîwey tirîşî têk ra ejakan Rojê baxewan telley bo dana Pêwe bû qîrrey kird le tawana Baxewan hêndey dax le dilla bû çeqoy derhêna, serî birrêt zû Qelebaçkeke lêy hate ziban Witî: Memkuje laloy baxewan Bew şerte carê ke ta demênim îtir dîdarî baxit nebînim Sê amojgarî wayşit bo dekem Yekî gencêbê, bê ziyad û kem Yekem: ew çiştey kewa mehall e şiwênî mekewe, rencit betall e Duwem: xem mexo, ke mall le kîs çû ’Umrîşit errwa, xem ebê be dû Sêyem: be diroy xellik tefre mexo Be şiwên kirdewey herama meço Baxewan emey wa çû be dilla çû berrelllay kird le dawî çilla Qel firrî çuwe ser liqî darê Ke kes netiwanê bîxate xwarê Rûy kirde kabray baxewan, witî: Daxekem bo to ke bêqîsmet î Min gewherêkim le naw ziga bû Bitfiroştaye be milyon eçû Baxewan witî: Were aşna be Lem baxey min da serberella be Qel be pêkenîn witî: Min êsta Pendim day, ke çî le lat newesta Min witim: Be şiwên mehalla meço Carêkî tir çon min dême lay to? Witim: Xem mexo ke mall le kîs çû Ebînim rengit hellbizirrka zû Witim: Be diro bawerrt nebê Le zigî qel da çon gewher ebê?

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Pîremêrd şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz