Pîremêrd
Pîremêrd
2 görüntülenme
0 beğeni
Piyawêkî kurd çûbuwe Besra
Sibeynan le wê şîrî egêrra
Yekaûyek awî tê ekird
Qazancî zorî lê dekird
Sermayey bû be sed lîre
Hesta bêtewe bo êre
Siwarî paporr bû bo Bexda
şewê le ber mangeşew da
Xerîk bû pare bijmêrê
Xuwa xirap bo xirap enêrê
Meymûnî qeptan peyda bû
Ew kîsey lîrey tê da bû
Firrandî û be dara hellgerra
Kurde, aramî lê birra
Rîşî rinîyewe be giryan
Hawarî birde ber qeptan
Qeptan herçende lêyî tund ebû
Meymûn berew jûrtir deçû
Ta geyiye tewqeserî dar
Lîreyêkî bo xiste xwar
Yekêkî hawîşte naw aw
Ta sed lîrekey kird tewaw
Yekê bo aw, yekê bo kurd
A bem pêye beşî ekird
Kurde şêt bû le daxana
Hellsa çû be gij qeptana
Qeptan her waqî wirr ma
Lem heraye serî surr ma
Rûy kirde kurde witî: Bedbext
Em pareyet le kiwê dest kewt?
Witî: şîrfiroşîm ekird
Be çend sallim girdewe kird
Witî: Têgeyiştim çî ye
Sûçî meymûnî tiya nîye
Nîwey hî aw bû, kewte aw
Toyiş beşî xot wergirt tewaw
Kasib xoşewîstî Xuwa ye
Heram bo kesib agir û ka ye
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Pîremêrd şiirlerine dön