Pîremêrd
Pîremêrd
2 görüntülenme
0 beğeni
Estêre berzekan edirewşênewe be şew
Wek min bedaxewen, ne sirewtiyan heye, ne xew
çend sall e aşnay şewî bêdarî yektir în
Wek serser în, şewê serê nakeyne ser serîn
Min xwar û jûr le destçûwekey bêwillet, ewan
Wek xêllî xwar û jûrkerî kurd, wêllî asman
şew, şewnimî ewan e, çemen aw exwatewe
Roj hellmî awî çawî min e serî exatewe
Diwê şew berî beyan bû, degiryan be ser mina
Minyan kesas ebînî le naw dost û duşmina
Dillsozî wam nedîbû ke bom bigrî wek xeşîm
Firmêskekey ewan bû, be awingî tê geyîm
Bam raspard billê ke xefet boç exon ewan?
Wek ême nîn, nizîktirî lay baregay Xuwa n
Raspêrîyan nûsîbû be şewnim le ser giya
Ta asman pirîşkî bedîy êwe hellpija
Raspêrî hatewe ke billê: Xellkî ser zemîn
Nabê le destî kirdewetan bêxefet bijîn
Hawarî kurdekanî serû geyiye asman
Bew dûkellî henaseye, aw dê le dîdeman
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Pîremêrd şiirlerine dön