Pîremêrd
Pîremêrd
2 görüntülenme
0 beğeni
Ewa payiz e, gullistan rengî zerd e
Gellay dar werî, bay seher ahî serd e
Perrinde le herde
Dillî pirr le derd e
Perêşan e sunbul, çinar bergî lûl e
Gullî qehqehe mat e, mîna melûl e
çi ‘alem şimûl e
Em eylûle xûl e
Dirextêkî tûbay beheştî Êraq bû
Le me’wa ye me’way, ke sayey be ser çû
Dirîxa le dest çû
Bellam zû be zû
Liqêkî billindî le cê û, cêy hîwa ye
Weku esllekey sayebanbê Xudaye
Ke dallde û pena ye
Wedî’ey niya ye
Ke bellku Êraq, wek Êraqî ebbasî
Beheştî zemîn bê, be lale ebasî
Billind e esasî
Nebînê kesasî
Be ‘îlm û finûn, bê be dewranî Me’mûn
Ferrense dîsan peyrrewî bêt û meftûn
Hemû şad û memnûn
Weku ehdî Harûn
Ke êmeyiş newey fazîlî ew zemane în
Ebê ser kewîn, ta bizanrê le wane în
Le bapîr nîşane în
Fîdayiyekaneyn
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Pîremêrd şiirlerine dön