Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Pîremêrd

Pîremêrd

2 görüntülenme 0 beğeni
Xuwaye! Fermûte xot le Qur’ana Le peristişî cînn û însana Xelqî cînn û îns bo ‘îbadet e Peristinî to rêy se‘adet e Hedîsî qudsîş herdû yek bas in ”Kenzî penhan bûm, wîstim bimnasin” Ew bo ‘îbadet, em bo nasîn e Em dû awêne bo yek ayîn e Xeleqtul xelqe lîkey ’u‘refu Bo kê dest eda herwa zû be zû Sa meger riştey hîdayetî to Bo ew rayelle bê be tan û po Egîne bêt û ew rêy rehmete Nuqtey bête ser diyar e zehmet e Tuxwa! Ba rehmet nebê be zehmet Nebîyit be rehmet narduwe bo ummet Diyar e muhtacî du‘ay ‘ebdit nît Eger netnasin, to derbestî çît Ezanim bo çî wa lutif enwênî Destnêjî xotin nayanşkênî Diyar e aw xellqî perwerdgar e Sîfetêkî way lêwe diyar e Ew darey ke xoy hênabêtye ber Nuqumî naka, eyxate ser ser Dîsan fermûte ke perwerdgar Zor le lay xoş e ‘efûy gunahkar Bizanê zewqî ‘efûy min çend e Gunahkar ebê be ‘emdî bende Xo min nawêrim eme bênime dî Egîne minîş ‘efûy tom edî Bellam ewîşe behsêkî ciwê ye Ew piyawey le we biga le kiwê ye Min le manem çî, pîrêjnane Etnasim, naçime ser giwêsewane Min emem bes e heta ku demirim Zewqî ‘aşiqî yadit wergirim Xoşguzeranî be dillxoşî ye Allan e dinya, feramoşî ye Dinya dawêk e kewtîne nawî Dînman exeyne be hawpênawî Hedîs e dinya û dîn yek nagirin Her laye layê le yek daebirrin

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Pîremêrd şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz