Pîremêrd
Pîremêrd
2 görüntülenme
0 beğeni
Xuwaye! Be xîred rêm pê nebirdî
Pîrêjnane birrwam pê kirdî
Diway ewey zanîm kewa to Xuda yî
Bo bêkes kes î û bo damaw pena yî
îtir zor wirdî naxwênimewe
Destrazey hîkmet nahonimewe
çunku pêxember ‘eqllî kulî bû
Keçî le rast to ‘eqllî kullî bû
Qabe qewseynî ew edna ledeyk
Fermûy: La uhsî sena’en ‘eleyk
Namewê kunhî zatit bizanim
Le bizurgît da mat û heyran im
Bellam emewê be sozêkî ‘eşq
Xoşewîstîy tom bibê be sermeşq
Sermeşqî ‘eşqî penhanî wa bê
Kes pê nezanê û tom le dilla bê
Ew sengteraşey le kêwî Tûr bû
Be ‘eşqî towe le ‘alem dûr bû
Eygut: To were lam be mîwanî
Eçû le lay şiwan şîrî dehanî
Hîç nebê nallêm wek min newsin î
Eyişzanim dayim mîwanî min î
Ye’nî hazir î hemîşe le lam
Bellam min bo newis le to tewellam
Tuxwa to herçend ke lamekan î
Ke bo xaney dill teşrîfit hanî
Fermû heç kesî tiya ye ba hestê
Noker çon le lay axa ewestê
îza ca’el heqqu zeheqel batîl
Zaxawî dillî pê debê hasil
Ew zewqey nûrî me’rîfet eyda
Gencîy rûy zemîn pêy nabê peyda
Yaxuwa be badey ‘eşqit serxoş bim
Ta eçime jêr xak mest û medhoş bim
Min ke le zewqî dinya mustexn îm
îtir be lîqay meylî to dejîm
Kes le qapî to na’umêd nabê
Ba em hacetey minîş rewa bê
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Pîremêrd şiirlerine dön