Pîremêrd
Pîremêrd
2 görüntülenme
0 beğeni
Xuwaye! Zîndegî bide be dillim
Hênde dillmirdû m bo xom xecill im
Min xom nazanim daway çît lê bikem
Her ewem ewê rêy lay to derkem
şêtî wa heye şeq eweşênê
‘Aşiq e û şêwey şêtî deniwênê
Min dêwaney tom be taqî tenya
Wa şeq hell’edem le herdû dinya
Ew roje xakî leşit darriştim
Tozê le lîqay xotit tê xistim
Wa bew mayeye geyiştime meram
Tenya tom ewê, beheşt peşm e lam
Ewey be mallî dinya bayî ye
çawî le genc û padişayî ye
Pîşe û hellkirdî min gedayî ye
Meylî to bo min şayî û şayî ye
Ezanim minit bo xot dirust kird
Bedî û hesûdît le dillim la bird
To bot danabûm min beşî xom bird
Kewa bû hîçman ziyanman nekird
Xot le Qur’an da wehat fermû bû:
Redîye llahu we redew ‘nhu
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Pîremêrd şiirlerine dön