Pîremêrd
Pîremêrd
2 görüntülenme
0 beğeni
îmrro mewlûdî pêxemberman e
Ew pêxemberey ke rehberman e
Xuwa fermûy eger tom şik nedebird
çerxî eflakim dirust nedekird
Bo yekim nardiye ew ser zemîne
Billên: rehmetun lil ‘alemîn e
Diyar e rehmetî Xuwa her wa debê
Em dîne çakey lê peyda debê
Her le rojhellat heta rojawa
çiray em dîney tiya hellkirawe
Eger dînekey wa çak nebiwaye
çon em birewey dexiste kaye?
Tiflêkî bêkes, xoy nexwêndewar
Xuda bew dîne kirdî be serdar
Katê mu’cîzey Qur’anî niwand
Ayînî hemû mîlletî şêwand
Agir û awî kird be hereme
Herçî bo billêyn hêşta her kem e
Xuwa rêy siruştî le dest xoy nawe
Herçonî wîstî, her wa xulliqawe
Be ayey ‘edlî ke wa dêrrêk e
Muşrîkekanî hênaye rêge
Boç fexir nekeyn bew pêxembere?
Ke bo enbya her ew serwer e
Musillman ebê kirdewey çak bê
Musillmanêtî be qise nabê!
Ke “way ummetî” ew hate ber giwêm
Le şermezarî nazanim le kiwêm?
Heyf e, dîn em e û xoman bedkar bîn
Rojî şefa’et lay şermezar bîn
Ba lem roje da be çawêkî ter
Rohî Mewlewî bikeyn beraber
Hewrekey rehmet, rûy semay kerem
Sellat û selam key kem? Êsta kem
Bênê û birrêjê û bida be hemda
Be ser mezre’ey rohî xatem da
Cew mezire’ey nûr, coş da serew jûr
Kurdistan pirr ka le tofanî nûr
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Pîremêrd şiirlerine dön