Pîremêrd
Pîremêrd
2 görüntülenme
0 beğeni
Ew kiçe ciwaney ke Besêy naw e
Le “sînî”-î sîney ke zîwî xaw e
Dû sêwî tazey tiya danrawe
Le kirdewey Xuwa serim sûrrmaw e
Le qallibî nûr sêw darrêjraw e
Riyşey cergimî pêrra kêşrawe
şêwey sêw lewhî Behzadî erjeng
Legell ew ballay, allay şox û şeng
Kewtote jêr tiwêy, zullfî şewezeng
Sîhrî hellall e, giyandar û bêdeng
Cîlwey le îca yedî beyzawe
Ew nûre giyanî minî kêşawe
Her le dest to dê, ferdî feryadres
Tuhfeyekî wa loks û enfes
Ke çî nejakê, be ser pencey kes
Le dûr errûşê, be şinoy nefes
Damaw im le rûy sun’î Xudawe
Ew sêwe giyanî minî kêşawe
Nemamî serwe û sêw muturbe ye
Mellên ew sêwe hawrengî be ye
Behêy rûzerd! çon “daye”-y we ye
Tam noşdarûy kawisî keye
çî bikem mar helqey le dewrî dawe
Rêy destdirêjî destim birrawe
Ellên beheştîş sêwî way tiya ye
Min tenya emem ewê lew Xuwaye
Ew sêwem batê her lem dunyaye
Hazir be qerizdan, lam narrewa ye
Hawar, zor ax û daxim kêşawe
Tasey ew sêwe giyanmî kêşawe
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Pîremêrd şiirlerine dön