Pîremêrd
Pîremêrd
2 görüntülenme
0 beğeni
Emwîst ew ‘umrem ke be ser çuwe
Bom naêytewe û lêm yaxî buwe
Tayê le zullfit bikem be kemend
Pêy bigêrrimewe û pêy bixeme bend
çî bikem hey hawar pirçit birrawe
‘Umrim nemawe û cergim birrawe
Tuxwa hêllaney dill ke wa şêwa
Ba ‘umirîş, ‘emrî nemênê, birrwa
Yaxwa ew destey ew pirçey birrî
Her le xwêna bê, be terrî û birrî
şî’rêkim dîwe gelê le mew ber
(şane, tay zullfit derkêşê eger
(Qamîş ekutme pencey şaneger)
Bûy be “karî qut” hey xakim be ser
Egrîce katê ekewte ser rû
şêweyî mangêkî gîrawî ebû
Êsta ke perde le ser rû la çû
Be bê perwayî abrrûy ro çû
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Pîremêrd şiirlerine dön