Free Shipping! On orders of 500 TL and above.

About Us | Help & Support |
Menu Sign In Cart Favs Category

Pîremêrd

Pîremêrd

21 views 0 likes
Beyanî bû le xew hestam ke riwanîm befre barîwe Silêmanî ellêy Bellqîs e taray zîwî poşîwe Demêk e çawerrêy befrêkî wa bûm; mujde bê, barî Serim befr e, keçî hêşta şerretopellim e bo yarî Le bîrme şêrebefrînem dekird, siwarî debûm bê zîn Nisê bû, cêgekey deybest, dema ta ku demî hawîn Be bergî spîyewe çend xoş e şaxî Giwêje bîbîne! Le rengî asman dillbertir e, em spî ye ew şîn e Ellên: Bergî firîştey asmanîş spî ye wek befr e Firîştey ême balla ye, bellam çî bikeyn le gell tefre Hemû pêçekilloy befrêk firîştey Xuway le gell da ye Firîşte kewte nawman, bo ye wa aşûb û hella ye Ewa samallî kird û roj hellat, kewte gillezerde Be ser ew befre da tîşkî hetaw ellmasî xuwakird e Be ser gonay sipî da xişllî zêrrîne birîskeyî dê Perî ser kêwî Qafîş hênd e pirçî zerdî xoy lê dê Le ser serban befir tiwêjallî wêney çurrî şîr e Qetarey ser liq û popî dirextîş spî ye dillgîr e çilûrey giwêsewan e, pillpilley zîwî kiçe kurd e Seholl awêne ye; em pillpille û awêneye wird e Ke pîrêjin ser û poyley be şînî çile têk alla Behar dêt, darî pîr dejiyêtewe, dête qed û balla

Double-click a word for its meaning (Ferheng) Long-press a word for its meaning (Ferheng)

Share
Back to Pîremêrd
🛒 0

Your Cart