Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Pîremêrd

Pîremêrd

2 görüntülenme 0 beğeni
Piyawêkî dartaş meymûnêkî bû Bo hemû îşê le gellya deçû Hogirî bû bo lay hellwestabû Meymûn şagird bû, dartaş westa bû Ke eygut teşwê, gurc boyî ehêna şeqqey mişarî bo dadehêna Rojê westakeyî darî deqellaşt Beyn beyn be piwaz lengerî edaşt Be tewir darekeyî eqillîşandewe Be piwaz lêkî errewandewe Wextî nîwerro çû bû bo ser’aw Meymûn hate cêyî wek westay tewaw Xoy qît kirdewe, le cêy ew danîşt Herdû gunî xoy be qillîşa dahêşt Piwazî derhêna gunî pêwe bû Kewte qîj û hûrr agirî tê berbû Qillîşî cê piwaz yekdigîr bûbû Hêlkey meymûnî tund tê çespîbû Meymûn xeşîm bû, bû be faqewe Deynalland be dem waqewaqewe Le zîrrey meymûn xellk ko bûnewe çûne pêşewe lêy wird bûnewe Hêlkey gîra bû le qillîşî dar Denûzayewe kewtibuwe hawar Westa le tawa ser’awî nekird Hat piwazekey, lê da dest û bird Meymûn risgar bû be kulemergî Bellam êşekey geyibuwe cergî Meymûn çon ebê be westay dartaş Bulbul û leqleq nabin be yolldaş Nagate payey merdî nahîsab Nan bo nanewa goştîş bo qesab Meşhur e dellên: Huştir û qezazî Hewramî û siwarî, wirç û rimbazî!

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Pîremêrd şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz