Pîremêrd
Pîremêrd
2 görüntülenme
0 beğeni
`Bo ew kesey ellê kurd qafiyey nîye`
Aman çend xoş e tafî mindallî
Bellam têy nagey, ta, konesall î
Le mindallîma ke bawkim sax bû
Gelê arezûy le rez û bax bû
Rez û xanûman le Gurgeder bû
Gurgane şewêm, zor çak le ber bû
Hawînan koçman eçû bo ewê
Ramanespard willaxman ewê
Wird û diriştiyan ehatine şiwênman
Lew diyare da, diyar bû şiwênman
Ekewtîne rê, berrîze û qetar
Be dengî şimşall, be beste û qetar
Le serî goyje hellperrkê û sema
Seyriyan ekirdîn firîştey sema
Lew benden da çopî û destbendî
Lew derbende da be naw Derbendî
Bem dîw bew dîwa, awazî şayî
Berztir le tepill û awazî şayî
Nizîk awayî tifeng eteqî
Etgut wa dllî bedxuwaman teqî
Dûr le serek û be azadeser
Le naw ewana emanbirde ser
Sallêkyan le pirr, îcare darê
Destdar, desberdar ta destberdarê
Ehatin rezî xellkyan exesand
Nek rez!! Xawenî rezyan exesand
Bêwejinê bû nawî Perwer bû
çiwar hetîwî bû, hetîwperwer bû
Karî hatbûwe ser kirêkarî
Damaw û mandû, be derdî karî
Mêrdî ew jine, rezî naştibû
Berî lê nexward, xoyan naştibû
Rezêkî wêran le xwar awayî
Gellay zerd bûbû, wek xorawayî
Yekê le waney lay xoy danabû
çiwar bar deyekî le ser danabû
Afretyan hêna, be pelrakêşan
Huqeyê tirêy nebû be kêşan
Noker lêy eda û, ew kirdiye hellda
Zordar gallî da, zoryan tê hellda
Le ber qsekey xergereşa bû
şeqî şeqawet, le jin weşabû
Afret hawarî kirde xergerreş
Xistiyane derpêy pişîlêkî reş
Min giryam ramkird bo jûrî mizgewt
Zordar tîrî Xuway lê kewt, lewê kewt
Cewirî sitemkar ahî le diwa ye
Bedkar hemîşe karî le diwa ye
Ellên Xuwa diwayî tolle esênê
Em ewit qînî gillpe esênê?
Keçî wa le pirr ew tolleyey send
Bo xergerreş bû karî wa pesend
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Pîremêrd şiirlerine dön