Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Pîremêrd

Pîremêrd

2 görüntülenme 0 beğeni
Hefse behar e gull geşayewe Awî Karêzî şerîf jiyayewe Harreharrî aw, xwêndinî bulbul Sed bar pîrîş bê şewq eda be dill çiwale gullî kird, erxewan sûr e Hêşta pişêwî le naw şar dûr e Gulallesûre bûkî behar e Minîş bo bûkêk dillim daxdar e Befir û hellekok le min qewmawe Gull be Tofîqî Hewlêr birrawe Ta to û Fehîme xoş bin min her wa m Ba wicûd heta demirim be temam Neyse, bêynewe ser basî behar Wa sewz bû sêw, hellûje û henar şing û helle kok pirçyan dirêj kird Hêndem pîşok xward kellemî gêj kird Darêkî zorim kird be bêllekan Eydem be êwe bo bin gozirwan Wa be xilexil nîsanekeş hat çar şêwî sewzî poşîwe willat Sî û cigerî zistan dellên zor çak e Bin tûwekeşman mallîwe û pak e şîş û miqellî û agirim danawe Tematey sewzî parîşim mawe Piştemexze û dûg, gurçîleş dênim Herçî bîfirrênê qollî deşkênim Bengoke û piyaz û kewer û terxûn Le gell behara hemû peyda bûn Sertiwêjî mast û penîrî taze Hemû Bexdad boyî awatexwaz e Êwey tiya nebin bêtam e û boş e Ax a em bezme be to we xoş e şayî newrozim kird be naw û daw Êwe diyar nebûn, lêm bû be zûxaw Tuxwa û pêxemer! Besiye xerîbî Ew ‘umre xoşe le gell ême bî Wa be şiwêntana xom dême ewê Lam wa ye Mîrza minî xoş ewê Eger teşrîfî bêtewe êre Ewanî êre ebine gay gêre! Le sayey Xuwawe le kara yin, zor în Mîrza gewre bê, xoş raebiwêrîn

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Pîremêrd şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz