Pîremêrd
Pîremêrd
2 görüntülenme
0 beğeni
çawî dillim hemîşe qeddî toyî edî be giyan
Mîwanî tîrî xoş e le la, xanexwêy kewan
Eger çawim be gerdî pêt birrêjim
Be firmêsk darî tûbay tiya enêjim
çawî cadût dill eba, em hêze zanîwme çî ye
‘Umrî birijangî dirêj eykêşê kotayî nîye
çaw ke derdî dûrî tê kewt arezûy giryan eka
Nîwe mûyekîş ke kewte çawewe, ew jan eka
çawî min serçaweyêk e sîhrî tê da karî ye
Bangke ye deştîş le çawim aw le wişkî carî ye
To le pêş çawim nemay, giyanîş le leşma derçuwe
Herweku awêne sûret la çû, ‘eksîş la çuwe
çawit ke be dûkell ekewê, xot meniwêne!
Ew dûkelle qirçey dillim e, agirî le şiwên e
Be çawî mestî hoşî lê fiirrandim, ‘eşret hawar e
Nexoşî sax rût eka, bê hakim e, şêwawe em şare
çawî to mor hellkenêk e, katê neqşî dill eka
Pêst û êsk û goşt le berya nerm e, xoy bo şil eka
Le dillma ta xeyallî çawî kalle
Hemû ‘alem le pêş çawim xeyall e
Kaxezêkî spî ye nardim, tê bige me’nayî çî ye!
çawî min bedreng e, spî ye, çunku çawî lêt nîye
Mizey ciwanît epêwa, bo min nebû ew cûte çawane
Be birjang leşimyan kun kird, buwe bêjingî pêwane
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Pîremêrd şiirlerine dön