Pîremêrd
Pîremêrd
2 görüntülenme
0 beğeni
Piyawê bû nawî Mela Sêpare bû
Destepaçe û ebleh û petyare bû
Xellk witî: Ba danenîşê destbetall
Hanîyan kirdiyan be mamostay minall
Afretêkî bû, ketey çilşûkere
Demşirr û terrpîr û, perde la bere
çopîkêşî reşbellek, berbûkî bûk
Dillbecêhêner, be mekir û nûkenûk
çilqirranî bû, be mamanî û xelat
Bo Mela eyda be ker, karwan bikat
Parekey wergirt Mela, rûyî kirde şar
Dayî be giwêdirêjêkî rexteyî xercî bar
Zeng û kurtan û qerrazeyî bo kirrî
Siwarî bû qederê be loqe lêyî xurrî
Xellk û Xuwa lêyî kewtine gallte û hera
Hey Mela bûkê, kerî bo rêxira
Dabezî hewsarî beste qollî xoyî
Sê kesî çuxtî be tegbîr kewtine duyî
Hat yekêkyan kewte gallte û çendûço
Ta Mela hêcgarî xafill bû le xo
Dûhemîn reşmeyî le ser ker kirdewe
Xistiye ser xoyî lengerî bo girtewe
Her be pêwdanî kere hengawî na
Ta ewî tir hat kerî birde pena
Sêhemîn giwêdirêjekeyî dûr xistewe
Ker bira, hêşta Mela deyristewe
Piyawekey bûbû be ker xoy ratekan
Reşmekey xoy girt û hewsarî pisand
Mam Mela ew wexte awirri dayewe
çawî kewt be piyawe hellwestayewe
Bangî kird: Min tom kirrî ker bûyî ke çî
Êste wa dû pêt heye û le piyaw eçî
Fingefing girya û witî min çî billêm
Wam le pêş çawit dezanî çî m û kê m
Diyar e însan im eger çî tund xûm
şêt û cahîl bûm be gij dayikma deçûm
Rojê lêm dabû, du’ay kird bûm be ker
çend le jêr barî girana birdime ser
Êste çawî kewte min, rehmî bizût
Wa du’ay kird bûme piyaw lût û bizût
Lat rewa ye êste barit bo berim
Zerr xirîdem ger çî ker nîm, noker im
Bawerrî pê kird, Mela pêy gut: Birro!
Qet be ’eqllî xot mebe îtir, xerro
Hîç dillî daykit merrencêne be şerr
çon e? Lat xoş e hemîsan bibîte ker
Xoyşî çû bo mallewe û kifnî dirrî
Nîwerroh bûbû le tirsî demşirrî
Hatewe dê û pendî xoyî gêrrayewe
Kewte dem dê, sûkê dengî dayewe
Xellk be zewiyan hatewe, bar bû kira
Pareêykî zortirî bo rêk xira
Hatewe bazarr ker bikirrêtewe
Ew kerey dûbare çaw pê kewtew
çû be giwêya gut be te’ne û lomewe
To dîsan xwardûte, min nayxomewe
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Pîremêrd şiirlerine dön