Pîremêrd
Pîremêrd
2 görüntülenme
0 beğeni
Ebê bexşinde mil keç ka le rastî mûçexorî xoy
Surahî bo piyalle ser firo dênê ke tê ka boy
Ke aw darî le ser ser girtûwe eyzanî çî tiya ye
Le lay nenge ke perwerdey nuqum ka! Gewreyî wa ye
Liqî şorrî dirext mîwey dexon bê erkî berd û dar
Pellî berd bo pelî berz e, leqeyişe bo liqî berdar
Le dûrî durîya bêzar û bêziraw im emende zar im
Ecel dê bimikujê namnasê, çi bikem, namirim maw im
Le ber aşûbî xêllim hîç şewê xew nayete çawim
Xewî naxoş ebînim bem perêşan xawiye xaw im
Umêdî ser le ser derken ewaney rast û rûnak in
Qellem her ser qellem, mom bo meqest her bo eweyiş çak in
Ellên: Murxî Sulêman aw le jêr xaka ebînê şew
Minîş hew salle rê dûr bê be çawî dill ebînim ew
çira rûnakî bo jêr xoy nîye rehmet le babî ba
Ewî rûnakî keçbînane, gorre rencî ba bîba
Be cût perwane û masî ke dilldarî çira û gol in
Nizîkî em desûtênê, le dûrî aw ewan hol in
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Pîremêrd şiirlerine dön