Pîremêrd
Pîremêrd
2 görüntülenme
0 beğeni
Be cîhan ellêm: Sêberî eşkewt
Le wê da rêbwar serxewî ber kewt
Hellsa û boy derçû, hênde tiya nesirewt
Wa nebiwaye, çon cê ber to ekewt
Ax xozge guna bogenî ebû
Kes be lay piyawî beda neeçû
Ewsa be boney ew bogenewe
Pak û pîs le yek ciwê ebûnewe
Eger piyawxirap hat medhî toy kird
Le rewiştî xot lade destûbird
Diyar e be (labe) le rêt la eba
Wek kay naw xerman etdate ber ba
Min bewe zanîm piyawî tewaw im
Bedêkî nawdar ciwênî pê dawim
Nawîşî nallêm nîye lem şare
Dar helldebirrim, ew le wê diyar e
Nalî fermûye, diwanî bêedeb
Ewyan ewerrê, emyan eka seb
We xeleqnakum etwaren diyar e
Yekê bêdeng e û ewî tir har e
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Pîremêrd şiirlerine dön