Pîremêrd
Pîremêrd
2 görüntülenme
0 beğeni
Ew xuwapêdawey birsînewaze
Legell firîştey ’erşa hawrraz e
Bitewê legell Xuwa da xerîk bî
Ebê le piyawî bedkar terîk bî
Wirya be wek kiwêr be rê da merro
Dawî şeytan û çall zor e bo to
Le jêr seqfêk da în kollekey nîye
Ke rûxa, rûxa, rûgîrî çî ye
Em seqfe koney bêkolleke ye
Legell kollekey tu da, ta ke ye?
Têbige rêgay dûrit le bere
çake bo ewla tiwêşûy sefer e
Xuwa fermûyetî: Rêy çake bigrîn
Bo êmeyetî, ke diwayî emirîn
Egîne le ber pêxember nebê
çi îhtiyacî be ême ebê?
Barî gunahman ke kewte ser şan
Naçar în ebîn be kerî şeytan
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Pîremêrd şiirlerine dön