Pîremêrd
Pîremêrd
2 görüntülenme
0 beğeni
Ew eşqey legell cînsî beşer e
Be heway nefs e diwayî be şerr e
Xoşewîstîy Xuwa ke begyan bend e
Wek şerab wa ye, konbê pesende
Ew sermestîyey ke le rûha bê
Dill awa eka herçend rûxa bê
Ke yadî Xuda hate dillewe
Be soz û nalle û coş û kullewe
Jengî dill legell firmêskî çawa
Pak ekatewe û eyda be awa
Dill pak bêtewe û jengî nemênê
‘Erşî kirdgar yekser ebînê
Hay lew xoşîye û lew lîqay Xuwaye
Selltenetêkî ew toy tê da ye
şa, be sepanî xoy ranagirê
Tem rûy zemîne be filsê nakirrê
Enca ba xawen payey cîhanî
Bitwanê şanê bida le şanî
Ewaney ke wa be mesned bayî n
Legell çerx gorra, gişt çerxî “ba”-yî n
Xuwaye şukraney to tewaw nakem
Le sayey to we min ew bêbakem
Ke em feleke pêy dellêm: Welek
şekirî çayîşim buwe be belek
Her le jûrewem hawîn û zistan
Herçî azaye bom bête meydan
Cilî hawînem koney zistan e
Ewîş hî xellke wa pênc sallane
Zor cilûbergî taze ebînî
Leşî leşpîsî tê da nihênî
Ke merg ew bergey lê ekatewe
Tateşor leşî pak nakatewe
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Pîremêrd şiirlerine dön