Pîremêrd
Pîremêrd
2 görüntülenme
0 beğeni
Asmanekey! Cêy estêrey berz
Edirewşêtewe be şu’ley sed terz
Ew demey tîşkî roj eda le erz
Boç estêrekan dêne tirs û lerz?
Xuwa way kirdûwe roj balladest e
Mangîş le rûya zebûn û pest e
Eme teqsîmî rojî elest e
‘Alem lem sirre gêj e û dembest e
Way tertîbdawe Rehmanî Rehîm
We fewqe kullî zî ‘îlmîn ‘elîm
Le rastî quwet ke nebî teslîm
Diyar e ekewye gêjî tirs û bîm
Destê netiwanî le bin da bîbirrî
Ebê bîşoyt û be xawlî bîsirrî
Ke wirç le ser pird rêy le to birrî
Ebê milwankey mûrûyî bo bikrrî
Em sallîş dîsan wa şeşî eylûl
Le Felestîn da kirdiye gerdelûl
‘Alemî îslam dillgîr û melûl
Kurdîş be carê hatine cûlecûl
Hey supehirî pîr! Ew estêrane
Her yeke şanî her yekêkman e
Estêrey bextî minîş le wan e
Bîgorrerewe! Êskî giran e
Estêreyekî way le şiwên danê
Rêy siyasetî dewran bizanê!
şewqêkî way bê gel pêy birrwanê
Nek karwankujey kurd bê û nadanê
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Pîremêrd şiirlerine dön