Pîremêrd
Pîremêrd
2 görüntülenme
0 beğeni
Êsta xew boye nayete naw çaw
Cêy ew nemawe, pirr buwe le aw
Boye nayelê ke xew bibînim
Ba be xewîş bê nek ew bibînim
Dû çawim heye, yekê çawî ser
Ke bo rêgay dûr penay dête ber
Bellam çawî dill bo dûre menzill
Hîç mani’êkî bo nabê hasill
Eger ew perway çawî ser eka
çawî dill hênde tîje ser eka
Min le Xuwam ewê ew xoy neniwênê
Wesill agirî ‘eşiq dademirkênê
Lezetêkî wam le ‘eşiq dîwe
Mullkî azadîm be we kirrîwe
Be ‘eşiq azadîm bo hatote dî
Wesill namxate jêr barî maddî
Min be ‘eşiq û ew be husin exurrê
Her ciwan e le şiwên ‘aşiq egerrê
Eger Mecnûn û Ferhad nebiwaye
Leyla û şîrîn çon ehatine kaye
Belê, ta ‘aşiq rojî wek şew bê
Ebê beyanî rûxsarî ew bê
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Pîremêrd şiirlerine dön