Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Pîremêrd

Pîremêrd

2 görüntülenme 0 beğeni
Emrro ke rojî cejnî hemûmane ser be ser Kurdîş legell gelan le çilexane hatine der Sê sall bû rojû, rojî be salê le ber deçû Rojûy heram bû, xêrî le ber şerr debû be şerr Metbû’ û tabî’ wek Mem û Zîn bûn çi fayde Gurg û çeqell le çiqllî ”bekir mergewer” beter Mîllet ne deng û rengî xelîfey edî û ebîst Mezlûm çi heddî bû be şikat dengî bête der ’Alem ko bûbûwe xizmî xezûrî sepanî şêx Kurd destî kurt bû! Nobeyê nobeyî nekewte ber Herçî ke bîwitaye minîş kurd im ew deme Rêgey Terablusî belûsî egirte ber Te’neyan eda le kurd, ke şeqî n nabine welî Ta şeq bû qebrî kurd û şeqey şeq geyişte der Bêdestellat û lat û hetîw bûyîn le ‘alema Hîç çareman nemabû, du’aman ekirde ber Tîrî du’a, ke kurtî ekird, êste ser deka Meydanî kurd ke kurt bû, bûwe deştî rey beber Herçî bû, herçî hat be ser ew da be ser çû Emrro be yekêtî ebê bestîn qed û kemer Rojêke dest bideyne destî yek wek bira Rû bikeyne rêy selamet, derçê le naw xeter Zor în be naw, çi faîde, xoxor û xudpesend Bo ye kewa le paşewe mayîn, nakewîne ber Bo xatirî Xuda bese em care, werin be dill Ba yek kewîn, nemênê le beyna lekey keder Welleh zekî în, sexî în, bewefa în, bêkes û seyr în Ta key desindexor û geda bîn û derbeder Hellsin le xew, nizîk e birrûxê dewar û mall Xoman ebîn be bareber û, jin be kareker Em nîştimane dayik e, ebê xizmetî bikeyn Rizgarî keyn le jêr destî zordar be mall û ser Rizgarîyekey be xwêndin û ’îlm û me’arîf e Xwêndin çiray se’adet e, nûrêk e rahber Êstake bo xelasî û azadîy kurdekan Kobûnewe be şewqewe, merdanî namewer Tedbîr û fîkr û qiwet û mall serif neken hemû Ta mîllet û weten le perêşanî bênine der Êweyiş legell yeka be birayî bikewne yek çîtan biwê be yekêtî botan eçête ser Xoyştan nemênin, nawe le tarîxî kurdiya Botan ebê be yad û enûsrê be şaeser

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Pîremêrd şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz