Pîremêrd
Pîremêrd
2 görüntülenme
0 beğeni
Em xake pake, hênde lam çak e
Be sozî sewday dîdem nimnak e
Be temaşay dûr têrî lê naxom
Key demkêşête sîney xoy axum?
Min be ser ew da, ewîş le ser min
Be yektir şad bîn, be kiwêrîy duşmin
Le mew diwa eger êwaran yaran
Le dûm bigerrên, wam le kosaran
Karêzî şerîf demî berbeyan
Birîqey wêney sîney pirr beyan
Aramgay şoxî dîdemestan e
Rişêney firmêsk, meynetkêşan e
Le girdî yar e çawim lê yetî
Nazanim wêllî sewday kê yetî?
Ya Xuwa ew keseyî ke em dû salle
Lêm kewte gîze, wek zerdewalle
Neyhêşt agirî yare bigrrê
çeqoy ahî min cergî helldirrê
Be neş’ey behar, lew mêrxûzare
Ko ebûnewe xellkî em şare
Seyrî şîrînî willatiyan ekird
Daxî zistaniyan le dill der’ekird
Nîştiman be seyr dête ber çawman
Be hubbî weten berz ebê nawman
Min zewqî şîr’im, be çeşimendaz e
şinoy beyanim, legell hamrraz e
Emewê Goyje û Ezmirr bê be rêm
Wek Qeysî Duceyl piya da bigerrêm
Legell ballinde û dirrindey yar bim
Wek taqtaqkere şewan bêdar bim
Her şiwênê xakî willat pirr nim bê
Her cêye şewnim şew le ser lim bê
Ewe cêy coşî giryanî min e
Ew zuxawî dilley biryanî min e
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Pîremêrd şiirlerine dön