Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Serkeft Botan

Serkeft Botan

2 görüntülenme 0 beğeni
ji pêşengên wêjevan re raxistinek miştaxa ezmana ji neqepşevan mirin dipelandin ji palçiyayên tevizandî bêhna kulîlkên bihîva şevbihurkên kal dikeyandin bi hilma şevê gencîneya tenê peyva reqsa penûsên delodîn bû ji pêşmalzimanê awesta bizarkerên lahtên winda ji nîgariyên incika vê erdnîgariyê… mexelên gonxwarî beridîn ji esmeriya te dane riya çûn-nehatê dil ranazê li qesra raza dil bû pêlên derya baza dil bi zikra derwêşan ket dil bû evdal dil li refa çiyan vêket dil ricifî dil ronaka roja rijî dil bû ava li girava… li şîr mane peyamên xav xêza tariya bêbext de axîn noqî derya dibûn ji nepeniyên rênasa şevên bi lêz şevên bi bez gavên gumandî hilkirin daw û delingên hevrîşim dibûn heval bi stêrkên hevalan re ku pir dibû ji bêhna axê ku zîz dibûn bi destên sibê’r bablîzokên çavên semîramîs diherikîn gulîyên edûlê… de ka were dayika zarokên agîrî min bêriya ramûsanê te kir roj li nîvro li nav dahla dibin gulxunavkên rûbara kanê zerzengê kulîlka me ji sibata dînik danhev fetlên fetlîneken gulîsorkî ji gerdena stêrkên girava de ka were biguvêşe kezepreşan xewnên mîratmayî dawerivên lutkê çiya serpêhatiyên zarokên rojê xela salê dûr in turikpişta de dilivin şikestinên serdemên lal in diperpitin li şewla dil şop in kildankên çava kil dikin terş in digindirin mêrga hêviya ka kê avda tava heyvê kê roj dageran gerdena kê cebiran bazikên şevên şikestî êşên rojhilat in lawik xwe sipartine bejna te dekên rojavaya silin dilehîzin bi zomafera seriyan… gulan 2002

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Serkeft Botan şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz