Ev cîhan janên dêrin didêre
ji nalînên serneşûştî
dipelêne serên kînorên daxdayi
telaqî bûne meş
ji bazinqeydên dîrokên
veduxun êş û xeman
qebûl nebûn dia
li nîrên çarmixa manî lukumîn
xewnên xesandî
bipêy avsûnên devên gura ketin
nîgaşên renghingivîn
li serên xwe gerandin şîpdeman daw û deling
min carekê nêrî ku bûme rawestgêhên
mişefila
hejêbipej gindirgoşê çol û çolistana
liberbayên poş û moca
bûme bûmên perdepoşên şikefta Uhûdê...
Avrêl 2002
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Serkeft Botan şiirlerine dön