Hizinîn
Pelên spîndaran
Xişinî hew bi xişîniyan ket
Birîndar çûn heynên lewendî
Va min kom kir xişexişa
Êşên salxela
Bera kolanên te dan
Wênesazo
Lo
Ma ka tu karî
Ji min re wêneya berfa helandî
Biesirînî ser pelikên dilên esirtengan
Ji kevneşopên avrêjinên dêrîn
û şopên nepeniyan
Meşa
Di berfê de
Bikî peyka azadiyê
Ji stêrkên hizinîn re...
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Serkeft Botan şiirlerine dön