Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Serkeft Botan

Serkeft Botan

2 görüntülenme 0 beğeni
Ey mirin Qedera peşk lêketî kefenên dert û kulên risas girtî Aqubetên têr nexawarî ji gora komkujiyên li kolîkên hev siwar ku di bin tavheyvên şiflî tazî de hizhizîn ey şikêra hestiya bêdengiya goristanên lal şiliya rondikên devê birînên kal Ey mîrê cinan ey xwedanê xwînê qûça xeybên xwîn rijînê ma we çend lehiyên evînan çend lodên serjêkirî firtandin dabeliandin agirgehên aramgehan ji maka dûr xistin xatirxwestinên hêviyan De ka hunê çi vebêjin ji pêsîrên jêkirî re ji biskên evînên dildêr re de vebêjin dev sotikên sor birîna çend cara xwedawenda di we de vemirandin artêşên xwe çend cara perda ezmana hilweşandin bi ser azibiya we de û keraxên avpêj rûwên xwe dadan bi laşên we Ey agirê bê dad zemherîra erd û ezmanê bê mad di nava pêtiyên te de mirin çawa oriya çawa kal bûn hêvî di zikên tofana de çawa şikiya xuşîna pelên daristanan çawa kor bûn çavîkên bax û rezan çawa çavên hebtiriyên reş rijandin qijaka kê notirvan li mala bi werîsa girêdan kê das û bivir da destê sewiyên tifal kê birî mehra xwînê li vê xakê kê dara sêhr çikand kirin kêlikên asoyên berbangê … ey hêviyên di malzarokan de razayî ey dayikên bi sorgula badayî ma ne ew in ê ku ji bez û çermê me yê pêxistî ku agirê wan ji hestên mûmê me vêxistî ku pesnê wan bi lêvên me dijîn ma ne ew in ê ji beja dabûn serpişta hespa ku liser kokelên me avakirin komele ma ne ew in ê bi banga dîkê sibê re ku hêvî girtin bi xeşîmî ma ne ew in ê ku roj bi nexikê reş girêdan qet û ben kirin derya sibê wê derya rondika bibarên e sibê wê hêvî hêwî bibe sibê wê girêkên mezra botan tahl binimin sibê wê bi çargav hovîtî li xwe vegere sibê wê bibe qîje qîja çekên sosret sibê wê bibe şinge şinga nalê karwanê mirinê sibê wê berik qayişê bikşênin bi Iştar re sibê wê eşq porên xwe bişkinê di neynika xwînê de sibê wê gor bizên di erxên devên dîrokê de û xwedêgiravî ku vedibêjin îsoyê lawê xwedê li qatê yekê wê ker bibe ji dengê qalûşkên leqata cendeka û duldula Mehemedê yetam wê ji sawa dengê moşekên sama ji pêlika mêrdewana ku sipartibû ezmanê sipartakus wê serserkî bê xwarê sibê di nava pêtiyên agir de wê warînî bi Marduk keve Zeus wê eceb bimêne li vî şerê hovane sibê wê bi gopalê Mûsê erdnîgariyek mîx bibe cihê ku mirovahî jê derketiye hovîtî wê li xwe vegere teşqalê zarokan sibê wê bibe goştê ser savara şaristaniyê û mirin wê bi zikra xerdelê bikeve xelk wê bibe boraq ji xwedanê xwînê re … wey gidî ma rast e ji tirsa bajar stewr mane bûkên yeksale ber davêjin werz pizankên zayinên milyaketa dixûn pere li mazata xwe dikşînin ber box lehengî daketiye ber linga mêranî bi sirixên kolana ve girêdane bejna xwe qam dike ji mirinê re û satore bûne kesaxvan bajar ketine xewa xwe xapandinê bi sikûfa deriya ve girêdane ciwan kanîkên mala xwînê bel dikin diherike xerabiyên Ehrîmanan çerpe çerpa devên seha vedixwin taştê firavîn şîv xwîn û tolaz parîkên nanê xwe di xwîna dîrokê dadikin … ey dîrok ey dawî û despêka wê bi xwîn ma ne bes e ku ewqas sal li van çiya şewl û newala ku mirinên zorga dizên ma ne bes e ev mirin ma ne bes e ev mahşer û fîxan ma mirin li ku bûye jiyan li bin betana ezmanê şîn ma mirin li ku qetîtkên xwînê dibarînin ev xela mêra ye li me rabûye ev qeliandina ba ye dara serukun dike ev tunebûna keda ye netewa bê per dike ev taya kîmyasala ye Helepçe gazina ji Hîroşîma dike ma ev kîjan xweda ye ku tirs û forta di me werdike ku zikra nava wî xwîn e ku lewhê dilê wî xwîn e ku diayên tizbiya wî xwîn e ku jimara temenê wî xwîn e û di şevên tarî de stêrka di derya xwînê de vedişêre … ey mahşera her roj li ber derî veketî ey bayê bawî qidumên çong şikestî ma tu kotî nebûyî ji tevdana terafa keftara ma tu şîn nebûyî di boçika pêlên mahşeran de ma te ne afirand ferhenga kederên xwe ma qey têr nekir hûtên derdora te ku xwîna te herikî parzemîna reşika ma ev çi roj e çima agir bi zikrê ketiye berbang ji şewla kê ronî ye ev lehiya mahşerê ev sûfandin ev ba ev boran ev mirin ev darûber ev beyirandina xaman ev bawîbûna rohilat çima zimanan ji terman birek dikin bi kêrê kalanî guha jêdikin ew kî ne mexmerên xwînê tevdidin û mahşer cendekan li ber xwe dibin ew sawa han ew derya tozê dê weledên xwe davêjin… Amed, 16.02.2003

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Serkeft Botan şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz