Free Shipping! On orders of 500 TL and above.

About Us | Help & Support |
Menu Sign In Cart Favs Category

Serkeft Botan

Serkeft Botan

20 views 0 likes
nema dizanim bê jimar in ku ruyê min di kemînên bêbext de sor dibû û bi celebê mirinê re dibişirîm şopên lingê min qeysikên gindoran birînên dîroke di qesrên bilind de digerînin min kiras diguhertin di newala çorî di dem û salan de weke maran her hîmekî min bûye temenekî nîvqurmiçî li şaristaniya dêra Axtemarê an jî keleha heskifê dialastin gerdenzirava dîjleyê kenê xwe yê şoli bi kilama zirav zirav ziravê ji evîndariya xortên dilovan re bejn ü bala xwe dişeridend hüçikê kirasê xwe yê bişaftî di nav terafa dilê biraştî de vedişart ji nêrînên berbanga gulên sor re... neşemirandina bê şerm...! her êvar çik dimam bi hêvîya rojek bi siûd bi delaliya heyva şevê re gava rojê tehn dida ji fotêra xwe xilmaş dibûn bîranînên min di berîka vî bajarên xopan de dibûn daristanek sor çilo di nava guriyen tenûra dayka min de ê jê wê de qurt bi qurt vedixar ezmanê bêbav ji dilopên mengena çirika min deka vebêj dayê vebêj ?... kê navka min kir firavîna rima kîjan diyara revan simbilê malzaronkê xêlîyan roj çima stewr ma bi gulîkên sêvan ve û zarok duayên şekirê navkaxezî duxwînin li goristana ji devla jiyanê ve ji bîrkirin şivhespên kihêlên xwe şiverêkên deryayê bi koranî şopandin û hîna bi titikên tahlokî dilîzin bi xwedayên xwe re... ê jê vir de de bes e lê bes e besta dilê min xirimî darbest diqurmiçînin rûwên xwe dilopên xwînê li kincê dirokêne birînên min de sitêrik radimedin û hîne neşemirandin bazirganan bazara rehela min û te emrik bi bûhayiya sedsaleke din re... 7.reşemî 2000

Double-click a word for its meaning (Ferheng) Long-press a word for its meaning (Ferheng)

Share
Back to Serkeft Botan
🛒 0

Your Cart