Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Serkeft Botan

Serkeft Botan

2 görüntülenme 0 beğeni
Bihar nûye Nûjeniya perda hêviyên gulxok e Peşkên jenandina kevirhestem Mocê hestên derya ya sicirandî pêketî Digşênim dûxana qalûna xwe Ji dîmenên bircên amedê Di derya hilnayên pêlên çalak Pêtiyên agir gef dikir hefada min Vedişêrim lehengiyan Li meydana lenîngiratê Di berîka êşên min de Terafa cendekê min Awirên cîhane kê pê kil dikim... Ez va li virim amed Ez va livirim Kela dezîka te me De bişikine porên xwe De girê bide reşekên xwe Te çawakir ji sebra min Te çawa dabelian`d Behna şewatê ji bedena te te Ax te kezeba min şewitand Amed… Bihar noye Nûjeniya perda berbanga werzêye Ne min go Ku bibim rîskêrekî bi ahd û şanevan Sonda min Wê bi kevirên te yê rêş bî Ezê vebixum Zikreşên keleş Bextreşên bê text Xwedareşên bi zext Poşreşên bê wext Qafreşên teres Pûştreşên bi dek Zolikên çavên geş Xeniqîm li nîvrojê reş Xweda reş Metran reş Mizgeft reş Bext reş Kevir reş Reş Reş Reş… Reş Reş Reş Reş Ma wê kengî Reşêşikên baranê bibarin lo Xubariya xunavên doberanan Ne min go Ku bibim rîskerên çar tayên porên te Ezê daqurtênim kelehên girtîgeha Tev mazgehên dîlbûna te û vî bajarî Teva goristanê zindî Kaş bikim li pêy xwe... Bihar nû ye Nûjeniya sal vegerên emrên nîv qurmiçî Lê dibê ku ez rabim ser xwe Kaba bavêjim çik bikim sitûnan li bin ezmanan Biçinim lêmiştên lêvên qeresiyokî Melodiyên nuhurînên keseran Bişeridênim gulîkên helbestan Bila hesret şîn vexun mirada Ji bayên besta Girên herdû çavan te Lê berî ku werz bengîniyê ji bîrbikin Hesretên ewravî Diburusun di nava zeraqên stêra te de...

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Serkeft Botan şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz