Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Serkeft Botan

Serkeft Botan

2 görüntülenme 0 beğeni
Koncalên çavan xwe ragirtin Ji kîskên xeman Bendekên hêviya man bêxwedî û tu nehatî Ser delavên çokên min Me yê du gotin Bikira bi delalî Vexwarana tasek dewên çortana Yê bi pung Xewrak dimsa babîla û hêken sûsika Ku ji keriyên xelafilitîn Ji hebana tutina xursê Yek du hilm bikişanda Li bajarê biloka ê bin axê Ho bikira neynika esmana Bila bela bibûna molekulên kesera Ku tu girêdanê bi girêkên kor Ji mîta qal û belayê ve û ku pişka te Li kezebreşiyan ketî… Daristanan kulîlkên bêrîkirinê weşandin Taristaniyê nego bes e Hezkirin bi zerzengê xwêdana ve niqutîn Ez tî mam Di hevoka besê de Ma van çavan çi dî û çi nedî lo Derya sebrê qul bû Kewiyên kula re diherike Xwe xewle dikim Ku di guhên stêrkan de tenêtiya xwe vebêjim Bi zimanê qaçax Helbestek birîndar De hema bi xwedê ku min Wek kiskê dewê diya min Bi darve jî vekin êdî ne xem e...

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Serkeft Botan şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz