Wê şeva ku tu çûy şivanê sitêrkan dîn bibû
Heyv xeyidîbû ji kirasê xwe
Ji ber ku rojê dabû pey sêwirandina
Sibe ewiqîbû li bircên keleha kaliya çavên te
Ma te çawa ew jiyana têr û tije
Turbendên wê avête serê sifirneyan
Di şevreşka şevê de li evîna te rasthatim
Min peland rûpelên lenûska lîseya te
şax û guliyên dagerandî seridîbûn
Fûriya rondikên kerbê daweşiyan ji derdawên wê
Lê dîsa jî her roja çarşemê berî siya şevê
Bi çîrkên kelqîjana dilên xwe
Ez ê findekê vêxim liber kêlika te
Ji bona ev bajarê ji xwe xerîbketî bê ronahî nemîne
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Serkeft Botan şiirlerine dön