Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Serkeft Botan

Serkeft Botan

2 görüntülenme 0 beğeni
ev hazar sale ku ba bi min ve zeliqandiye çarenûsek zipîziwa serhişkiyêk sayî kerikî ji zemq û senîta dema dane ser pişta helkehelka ez herifîm ji seqemên ba û germa û nalînên gazînokî digevizin ji terpela bayên fediya li ser xet û bin xeta dikulkulîm ji şewata nalînên festîwala kula mijankên min nayên serhev ji kerbên derbên xencerên çav soriya xeniqîm ji tevna benkulabên nîrê zordestiyan xeniqîm di asoyên qurunc de xeniqîm di tevgera ezê de xeniqîm di bêtifaqiya em ê de xeniqîm di kalanê rimê de xeniqîm di cembilê bimbê de xeniqîm di sebra yarê de û ne te vedigot ezê li raçingên xwe vegerim berxê heger ku tu bêy û li esmeriya helkehelkên min bigerî hilkê darêk çinarê ji kokê lê tu ne fetisî di pirsên rehên wê de sebrê ku bejnekê bilind bû stêrka sibê wexta sehergeha ye were biçêre liser sîngmergên min baskên xwe lihevxe bi kubariya minminîkan bila bi me bihesin hinijandinê xewşevînan û hêdîka lê ji xalîbûna xewleya xatirxwaziya sermestiyê çend hevokên helbesta bişeridên ji kefa zimanê ku diperpite liber niga bi sira bayên stêra qurux re li ser dev û lêvên esmeriya min bireşêne û binuhurînê lorînên gazînokî sosretê bi guhazkên guhê şeytanoka dake bêdengiya şirînekan û zîzbûna şevên bêdeng tu neherimênî pêjnên kurubeşka bila vexun avên kanîkên hênik dil kizirînê kizirîn zimanên min kizirîn wêjevaniya min kizirîn helbestên min kizirîn rengdêrên min kizirîn hevokên min kizirîn daristanên min kizirîn paytextên min û va ye memikên min ferfûrî agirpij in berfa çiyayên rû sipî ne sika kihêlên xwe lê bikute pesn û beradên xwe lê bitewlîne ne hewcêye ku bidim te navnîşanê hezkirî xwe li roja ku di pişt diyara re derdikeve bigre û bikudine wê bên guhên te sewta kurkura nalînên dijle feratê ku ji têhna senîta salên kerikî beherîne beherîn bêriyên min beherîn berbiwên min beherîn tilîliyên min beherîn serhildanên min beherîn pêşengên min beherîn kewribatên min û heger ku bi saxî filitîn berxên min ji feq û dafikan ji zeviyên narincokan ji qeda û belayên serhişkiya rohilata navîn ezê qewlên heft tebek nanê şikeva heft sêl nanê şilikî û guldanek ji perîkên teyrên tawis tesediqa serên we bidim weyselqeranî û heger ku fewitîn kemîn ji refên qimilan û ku şiyarbûn simbilên geniman bi bayên esmariya te hevsarên kihêla berde şewla dilên hurriya tê rastbêyî li kanîka kanîxweşikê xwe kuruske tê bibênî duruvên sal û zamana di neynika ava wê de şun de ku tu rapeliqî çiyayên gebarê wê pêrî te bên bêrîvanên egîta tu gez nekî ji matmayiyan lêvên xwe bermalî hêvîrojin çir şîrin çir ronîne guhanê heyna didoşin mexmerên serhişkiyê dimeyênin ken û giriyên sincirî ji sincirandina rohilata navîn û vê bêbaviya tahdeyiyê... kanûn 2002

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Serkeft Botan şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz