Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Serkeft Botan

Serkeft Botan

2 görüntülenme 0 beğeni
giyan direwşên bireser dipêçin li jiyanê û her yek bi nasnameya xwe şirove dibe... Berxê min...! viya mîta stêrkan e stêrka qurix cîrançilek Leyla û Mecnûn dûvstêrik û yên bê nav in... ji kedxwiriyê vir de ku diranê maran zîl da ên ku dixwiricin û tariya şevan kifş dikin stêrkên bê nav in leheng ku bi qîrîna zaroktiya xwe bi dengvedana berriyeke fireh sazûmankarên asoya gulşîlana demçav in dertên her yek ji wan ji paxila çiya mîna pitikên ku bi memikê dayika xwe re bişîrin û bi henûniya mêrûwa bi bê re bar dikin mîtolojiya noteyên biharê defa sîngê min armoniya zirav dirêse radixin li ser lêvên tebaxê goşî bi goşî nalîna nalên deh-hezaran û teriqîn şivînên şivanan teriqîn gaûşên gavanan teriqîn stranên şirînekan teriqîn tûrikên şebihêrkan teriqîn stêrkên dor kaniyan guhên kevirên qesir û perezgeha nedibihîstin ku hewarên min gûhe hewaran gez bikin dema ku kuliyan lingên xwe dixwarin di xela pêşengan de û çavên te berxê min çavên te yên ji rengê kon-ezmana ku hênikiya pelên mêwa dida têra min nedikir bavê min ew erdheja ku bûbû li eqara mêjiya te ji min min ji maka min dûr dixist

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Serkeft Botan şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz