Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Serkeft Botan

Serkeft Botan

2 görüntülenme 0 beğeni
Her êvar govend digirtin Hest dibûn şitilên gulan Reqsên sermest vedixwarin Tîn dida kûra dilan Dest didan destê sterkan Serê çîçikan çik dibûn çîka çiyan... Hey . .! Delalê Zanim sedem sersariya salan e berê zayînan awiqîn Li berbanga jiyanê pîçên pêvajoyan dizîn şîr ji elbikên guhanan... Dem xirifin di hêlekanan de Hêlînên ji biskên spî Bêrî li beyaran engirîn Nalên hespan qurimîn Ken qurifin Ji qurifandina Ka Geştiya eşqê Li ku ma... Wê çawa be Ji bona xwedê Lal mane pitikên demê Tev xeyidîn Nakin gix gix Nabişirin Bi pêsîrên dayîkên xwe re... Hey! Delalê çîka ba hat germa tebaxê weşand Hest di newalan de mişt bûn Lêmiştên stêrkên rijandî Di besta dilan re herikîn... Nayê bîran çend payîz in bîranîn bi xuşexuş in Bi xwe re birine leylana Kezeba çolan diweşin... Amed, 16.03.2002

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Serkeft Botan şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz