Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Sebrî Botanî

Sebrî Botanî

2 görüntülenme 0 beğeni
Heta kengê, heta kengê Nezan û dîl û xembar bîn Me dil pir bit ji kovana’ Bêçar û bêkes û jar bîn Bextê me wek ruyê dijmin Heta kengê hosa’ reş bit Heta kengê, heta kengê Tinê ev millet biheş bit Ji bo pêşvebir’na ziman Evro hene hezar derge Eger bawer nekin ji min Dişêm bînim hezar belge Ji gazindan me dil pir bû Birîn derbûn li ser sîn e Eger bêjim, hene bêjin Eve gêj e, eve dîn e Hezar derdên giran hene Can û cendek jev deranîn Ji wan çendek hene dijwar Nikarim ez bidim zanîn Ev zimanê têr û hêja Wek dibînim eger wa bit Bê guman e hezar sal dî Ji dijwarî rizgar nabit Dewlemend e zimanê kurd Sax û rewan û her maye Hezar sal e bê sexbîr e Ji bo me ev ji ber ma ye Dixwînim ez, dibînim ez Ristesaz û têrgiyan e Kêmasiyek eger heye Xwedanê wî bê îman e 1973

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Sebrî Botanî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz