Kur:
Dilberê dilrevînê
Cwanê finda şevînê
Hatim baxê evînê
Keç:
Tu ser çavê min hatî
Roj î li min hilatî
Xêr û bêr û xelat î
Kur:
Tu dilberek aqil î
Ser bextê min kakil î
Evîna te da dilî
Keç:
Evîna me da deng e
Pesnê evîn sedreng e
çax borî l’ me dereng e
Kur:
Li vê nêçîr û ravê
Ez û tu ketîn davê
Evîn derçû j’ tengavê
Keç:
Ji evînê na revîn
Daxwaza dilê hev în
Heval were baxivîn
Kur:
Bi nîgar û bi nexş î
Tu nêrgiz û binefş î
Bo jîna min tu rewş î
Keç:
Ez gul im, her dem bûk im
Ber dilê te biçûk im
Were peymanê nû kim
Kur:
çav û dil û destê min
Bo gula ser textê min
Spîtahiya bextê min
Keç:
Bes bixwîne navê min
Hey bînah’ya çavê min
Pêtê da hinavê min
Kur:
M’ b’ şîreta seyda kir
Wek bilbilê şeyda kir
Gula corî peyda kir
Keç:
Lawko mala te ava
Dil dixwazî ser çava’
Bi rengê bûk û zava
Kur û keç:
Em dixtorzanê hev in
Gewherê canê hev in
Herdu dermanê hev in
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Sebrî Botanî şiirlerine dön